Lehî li eyaleta Kentucky ya Amerîkayê; Bi sedan kes winda bûne û bi milyonan dolar zirar dîtine
Tebax 02, 2022 17:04 Asia/Tehran
Ji ber rabûna lehiyê li eyaleta "Kentucky"yê ya Amerîkayê, bi milyonan dolaran zirara gihêştiye binesaziya vê eyaletê û bi sedan kes winda bûn û herî kêm 30 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, fermandarê Kentuckyê êvariya duşemê ragihand ku herî kêm 30 kes li herêma Appalachia li rojhilatê Kentuckyê jiyana xwe ji dest dane.
Wî herwiha got: Her diçe hejmara kuştiyan zêde dibe û tu nûçe jî li ser qeder û çarenivîsa bi sedan kesan nîne.
Fermandarê Kentuckyê amaje bi vê yekê jî kir ku di eencama rabûna vê lehiyê de zêdetir ji 12 hezar mal bê elektirîk mane û bi sedan mal û dukan di bin avê de man, fermandarê Kentuckyê di dewamê de got: Ev lehiya herî xirabe ku di deh salên dawî de li herêmê hatiye dîtin.