Personelên Şirketa Loftanzayê dest bi grevê kirin
Tîrmeh 27, 2022 14:02 Asia/Tehran
Ji ber greva personelên Şirketa Loftanzayê geştên vê şirketa geştên esmanî hatin ibtalkirin û rêwî li balafirgeha Frankfortê rêz bûn.
Ji ber greva 20 hezar personelên Şirketa Loftanzayê hezar geştên vê şirketa geştên esmanî hatin ibtalkirin û rêwî li balafirgeha Frankfortê rêz bûn.
Greva personelên Şirketa Loftanzayê ji ber kêmbûna destmizan e ku ev greva bûye sedema alozbûna zêdetir a geştan di demekê da ku daxwaz jibo seredanên havînê di asta herî zêde da ne.
Ji ber vê grevê 678 geştên balafirgeha Frankfortê, 345 geştên balafirgeha Monîxê û derengmayîn û alozbûna 430 geştên balafirgeha Dosildorfê tên ibtalkirin.