Li Bahamayê di keştiya noqî avê bû de 17 koçber mirin
Tîrmeh 25, 2022 12:52 Asia/Tehran
Li Bahamayê keştiyeke koçberan noqav bû, di encamê de 17 kes jiyana xwe ji dest da û 25 kes hatin rizgarkirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî Serokwezîr Philip Davis, piştî ku keştî bi 60 koçberan ji komgiravê derketiye noqav bûye.
Li gorî daxuyaniyê herî kêm 17 koçberên ji Haîtiyê jiyana xwe ji dest daye û 25 kes jî hatine rizgarkirin. Hat diyarkirin ku kesên jiyana xwe ji dest dane, yek jê zarok, zilamek û 15 jin in.
Buroya Serokweziryê texmîn dike ku koçberan hewl dane xwe bigihînin Mîamî Florîdayê.
Bahama, 80 kîlometre dûrî başûrê rojhilatê Florîda ye, ji 700 giravan pêk tê û 39 ji wan cihê jiyanê ne.
Serepeyv