Tîrmeh 23, 2022 09:46 Asia/Tehran
  • Rûsya û Ukraynayê rêkeftina hinardekirina genim îmze kirin

Duh înê ji dema destpêkirina şer ve cara yekem di merasîmekê de rayedarên Rûsî û Ukraynî rêkeftina hinardekirina genim îmze kirin.

Bi amadebûna Serokomarê Tirkiyê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, rayedarên Rûsî û Ukraynî, duh înê li Stenbolê di merasîmekê de rêkeftina navbera Rûsya û Ukraynayê ya li ser destpêkirina hinardeya genim bo cîhanê hat îmzekirin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di çarçoveya vê mijarê de ragihand: “Bêyî vê rêkeftinê, em nikarin seqamgîriya xurekê biparêzin, loma divê ev rêkeftin were cîbicîkirin.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî derbarê rêkeftinê de got: “Ji bo vê rêkeftinê em gelek xebitîn. Di van rojan de dê hinardeya genim dest pê bike.”

Erdogan diyar kir: “Em hinardeya genim ji Stenbolê bigihînin cîhanê.”

Herwiha wî got: “Ji bo çaresekirina kêşeyên navbera Rûsya û Ukraynayê planên me hene.”

Serepeyv