Lavrov mixabiniya xwe ji ber peyrewiya kor a YE'yê ji Amerîkayê diyar kir
Tîrmeh 22, 2022 13:07 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê li civîna hevpar a tev hevpêşeyê xwe yê mecaristanî ji ber viya ku welatên ewrûpî çavgirtî û kor peyrewiya Amerîkayê dikin mixabiniya xwe diyar kir.
Sêrgêy Lavrov, wezîrê karên derve yê Rûsiyê roja Pêncşemiyê li civîna hevpar a çapemeniyê tev Pîtêr Sîcarto, hevpêşeyê xwe yê mecaristanî got: Yekîtiya Ewrûpayê çavgirtî rêyekê dişopîne ku Amerîkayê pilana wê daniye.
Lavrov bal kişand ser siyasetên YE'yê dijî Rûsiyê û sepandina boykotên pereyî û got: Bi rastî ez ji ber vê yekê ku dibînim ewrûpî tam wê rêyê dişopînin ku Amerîka ji bo wan kivş kirye, aciz im.
Wî herwiha got: Ez tenê dikarim hêviya vê yekê bikim ku YE'yê bikaribe pirsgirêkên xwe çareser bike ji ber ku qes hes nake li Ewrûpayê qeyran hebe.