Neyartîya Waşîngtonê himberî her cure opêrasyona leşkerî ya Tirkîyê li bakura Sûrîyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i335241-neyartîya_waşîngtonê_himberî_her_cure_opêrasyona_leşkerî_ya_tirkîyê_li_bakura_sûrîyê
Cîgira Wezîrê Berevanîya Amerîkayê idia kir ku Waşîngton dijî opêrasyona leşkerî ya muhtemel a Tirkîyê li bakura Sûrîyê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 15, 2022 06:07 Asia/Tehran
  • Neyartîya Waşîngtonê himberî her cure opêrasyona leşkerî ya Tirkîyê li bakura Sûrîyê

Cîgira Wezîrê Berevanîya Amerîkayê idia kir ku Waşîngton dijî opêrasyona leşkerî ya muhtemel a Tirkîyê li bakura Sûrîyê ye.

Dana Istirol Cîgira Wezîrê Berevanîya Amerîkayê derbara rewşa meydanî ya Sûrîyê da got: DAIŞ hela jî gefeke rastî û xurt e. DAIŞ hewil dide têkeve navendên qerebalix û hevgavê vê yekê bi hejmarên kêm li gundan jî çalak e.

Wî rayedara Wezareta Berevanîya Amerîkayê got: Em hela jî pabendê ragiritna hêzên xwe li Iraq û Sûrîyê jibo têkbirina DAIŞê ne. 10 hezar şervanên DAIŞê hela jî di zîndanên demkî yên li bakur-rojhilata Sûrîyê da bi destê HSD tên xweyîkirin û ligorî ihtimalê DAIŞ dixwaze êrişa di Çillê da ku ser zîndana Hesekê pêk anî, dubare bike.

Cîgira Wezîrê Berevanîya Amerîkayê ku rêvebira çiqa rojavaya Asyayê ye, herwiha got ku agahî nîşan didin ku DAIŞê dil heye opêrasyonekê jibo azadkirina 10 hezar şervanên xwe li zîndana Hesekê destpê bike.

Ev rayedara Wezareta Berevanîya Amerîkayê di halekî da idia dike ku welatê wê dijî êrişa Tirkîyê ser Sûrîyê ye ku berî vîya Amerîka bi caran hibmerî êrişa Tirkîyê ser bakura Sûrîyê bêdeng maye.