Di 24 sietên buhurî da 350 leşkerên ukraynî hatine kuştinê
Wezareta Berevanîya Ûrsêtê ragihand ku di 24 sietên buhurî da 350 leşkerên ukraynî di encama êrişên hewayî yên hêzên artêşa Ûrsêtê da hatine kuştinê.
Wezareta Berevanîyê ya Ûrsêtê di raporekê da ragihand ku balafirên cengê yên vî welatî 3 cêtên Soxo-24, Soxo-25 û Mîg29 jorda xistin û mertala berevanîya hewayî ya Ûrsêtê jî cêteke Soxo-25 jorda xist.
Îgor Konaşênkov Berdevkê Wezareta Berevanîya Ûrsêtê got ku hêzên ukraynî ji hemî hêlan va tûşî xisarên giran bûne û di vî halî da hêzên çekdar ên Ûrsêtê opêrasyona leşkerî ya taybet didomînin.
Ligorî gotina Konaşênkov, zêde ji 350 leşkerên Ukraynê di encama êrişên mûşekî yên artêşa Ûrsêtê da li Nîkolayêvê hatine kuştinê û 20 yekîne alavên leşkerî yên koma zimhêra opêrasyon û taktîkê yên Kaxofkayê hatin jinavbirin.
Hêza Hewayî ya Ûrsêtê herwiha 2 xalên fermandetîyê li devera Nîkolayêvê û cebilxaneyek li nêzîkî gundê Sêvêrskê ji nav birin û 7 zêrêhpûş jî li devera Bologoreyê ser bi Zaprojîyayê têk birin.
Artêşa Ûrsêtê ligorî daxwaza alîkarîyê ya rayedarên deverên Lohansk û Donêtskê himberî êrişên Ukraynê, dest bi êrişa ser vî welatî kir.