NY derheq zarokkuştina Rêjîma Sîyonîst mukur hat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i335197-ny_derheq_zarokkuştina_rêjîma_sîyonîst_mukur_hat
Sersêkrêtêrê NY di rapora salane ya vê dezgehê ya bi navê "zarok û pevçûnên bi çekan" da ragihand ku kiryarên Israyîlê mêriv şok dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 13, 2022 07:40 Asia/Tehran
  • NY derheq zarokkuştina Rêjîma Sîyonîst mukur hat

Sersêkrêtêrê NY di rapora salane ya vê dezgehê ya bi navê "zarok û pevçûnên bi çekan" da ragihand ku kiryarên Israyîlê mêriv şok dikin.

Rapora taybet a Antonîyo Gotereş Sersêkrêtêrê NY bi mijara "zarok û pevçûnên bi çekan"  hat weşandin.

Di pişkeke wê rapora salê ya 45 rûpelî da hatîye: Binpêkarîyên ciddî yên herîzêde li Efganistan, Komara Dêmokiratîk a Kongoyê, Israyîl û Erdên Dagirbûyî yên Fiilstînê, Somalî, Sûrîye û Yemenê hatine tomarkirin.

Di dewama rapora salê ya Gotereş da hatîye ku ligorî encamên lêkolînên NY 637 zarokên filistînî bi tawanên idiayî yên emnî ji hêla hêzên israyîlî va li rexê rojavaya çemê Urdinê hatine desteserkirin ku 557 zarok li rojhilata Qudsê hatine desteserkirin.

Li gorî vê rapora Sersêkrêtêrê NY, 85 zarokên filistînî di dema desteserbûna bi destê hêzên israyîlî da rastî serederîya xirab hatine û sedî 75 wan gotine ku li wan xistine.

Di dewama vê raporê da herwiha hatîye: Hemî 17 zarokên li rexê rojavaya çemê Urdinê ji wan rojhilatê Qudsê, bi gulleya hêzên israyîlî pirranî di dema xwenîşandanê da û têkildarî êrişên idiayî yan hewla jibo êrişa ser sivîlên israyîlî hatine kuştinê.

Hegera sereke ya nivîşkanbûna zarokan di encama êrişên israyîlîyan da, êrişa bi çekê û êrişa hewayî bûye ku 539 saletan digire ber xwe.

Antonîyo Gotereş di rapora xwe da radigihîne: Ez ji ber hejmara zarokên bi destê hêzên israyîlî di encama êrişan, şêrr û êrişên hewayî yên ser deverên qerebalix û bikaranîna gulleyên cengê da hatine kuştin an birîndarkirinê û herwiha ji ber bersivnedayîna berdewam têkildarî van binpêkarîyana tûşî şokê bûme.