Şêwaza lidarxistina hilbijartinê ya partîya serdest a Birîtanîyayê tê guhertin
Serokê Fraksyona Partîya Muhafizekar a Birîtanîyayê basa guhertina şêwaza lidarxistina hilbijartinê ya ji bo kivşkirina rêberê nû yê vê partîyê kir ku yê demajoya destnîşankirina cîgirê Johnson demkurt û be û heta nêzî 2 mehên din jî cîgirê Serokwezîr were destnîşankirin.
Graham Brady duh danê êvarê piştî civîna endamên Lêjneya 1922yê ragihand ku li gorî şêwaza nû berbijarên ku amadebûna xwe ji bo pişikdarîya di hilbijartinê da ragihandine hewcedarê piştgirîya 20 parlimanterên partîyê ne. Berê pêwîstî bi 8 parlimanteran hebû û pişikdarîya kesên bixwestana di hilbijartinê da pişikdar bibin, hêsantir bû.
Brady herwiha got ku her berbijarek ji bo ku derbasî dewra din a hilbijartinê bibe hewcedarê 30 dengan e. Li gorî şêwaza Partîya Muhafizekar, hilbijartin yê di çend qonaxan da ji hêla parlimanterên partîyê va were lidarxistin û di dawîyê da yê endamên giştî yên partîyê dengê xwe bidin 2 berbijaran.
Serokê Fraksyona Partîya Muhafizekar a Birîtanîyayê herwiha got: Me fikir dikir ku hejmara 20 hejmarek e ku her kesê ku ji piştgirîya rastî sûdmend be, divê ewê bi dest bixe. Em herwiha dixwazin dilnîya bin ku dikarin di atmosfereke aram û berpirsane da vê demajoyê derbas bikin û me nedixwest ku bi hezaran akter di hilbijartinê da bin.
Li gorî gotina Brady tomarkirina dengan dê îro dest pê bibe û dewra yekê ya hilbijartinê jî dê sibê were lidarxistin. Ev demajoya dê heta hefteya bê bidome ta ku tenê 2 berbijar bimînin.
Li gorî raporan, ji 11 kesên hez dikin di hilbijartinê da pişikdar bibin, tenê Rishi Sunak Wezîrê Darayîyê yê wêdaçûyî û Penny Mordaunt Wezîra Berevanîyê ya berê ya Ingilîsê ne ku zêde ji 20 parlimanterên partîya Muhafizekar piştgirîyê didin wan.