Li Amerîkayê êrîşa çekdarî pêk hat: 3 kes hatin kuştin
Li eyeleta Maryland a Amerîkayê di febrîqeyekê de ciwanekî 23 salî êrîşeke çekdarî pêk anî di encama êrîşê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Li Smîthsburgê di febrîqeyekê de êrîşeke çekdarî pêk hat. Li gorî kanala ABC News kesê gumanbar dikeve febrîqeyê û bi demançeyê nîvotomatîk gulleyan direşîne.
Hat diyarkirin ku êrîşkarê hîspanîk ê 23 salî, 3 kes kuştin. Li gorî çapemeniya Emerîkî, di êrîşê de polîsek û êrîşkar jî di nav de gelek kes birîndar bûne.
Têkîldarî sedema êrîşê heta niha ti agahî nehatine dayîn.
Endamê Demokrat ê Marylandê Davîd Trone di Meclîsa Nûneran de wiha got: “Dîsa ji bo Amerîka rojeke zehmet.”
Trone ji kanala CBS News re axivî û wiha got: “Divê em şerm bikin ku ewqas sal in, em neketine nav lîv û tevgerê.”
Senatorê Demokrat yê Maryland Chris Van Hollen jî got ku ew bûyerê dişopînin û ji bo piştgiriyê bi rayedarên herêmî re têkilî daniye.
Li gorî Rêxistina Gun Violence Archive ku êrîşen çekdarî ên rojane û qurbaniyan qeyd dike, piştî şeva 9’ê Hezîranê ve, ji serê salê û vir ve 8 hezar û 500 kes li Amerîkayê bi êrîşên çekdarî jiyana xwe ji dest dane.