Li bajarê Sîçuana Çînê bi lerza 6,1 rêşteran erdhejek pêk hat
Di vê erdheja bi lerza 6,1 rîşterê de ku li eyaleta Sîçuan a Çînê pêk hat 4 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.
Deutsche Welle TV ragihand li gor agahiya ku ji Tora Erdhejnasiyê ya Çînê hat dayîn, li eyaleta Sîçuan (Sichuan) a li başûrê rojavayê vî welatî erdhejek bi lerza 6,1 rîşteran ev navçe hejand.
Li gorî agahiyan, erdhej 17 kîlometre di bin erdê de û li herêma Lûşanê ya bajarê Yanê 113 kîlometran dûrî navenda Sichuanê ye, qewmî .
Nûçegihaniya Sputnik jî di vê derbarê de ragihand: Di vê bûyerê de heta niha 4 kes hatine kuştin û 14 kes jî birîndar bûne.
Li gorî Reutersê, ji ber erdhejê li hin deverên parêzgehê erd şimitiye.
Tîmên rizgarkirinê jî niha çûne cihê bûyerê. Muhtemel e hejmara kuştî û birîndaran zêde bibe.
Agahiyên zêdetir hîn nehatine belavkirin.