May 26, 2022 13:41 Asia/Tehran
  • Biden bang li Kongres kir ku Qanûna Ewlekariya Çekan bipejirîne

Piştî karesata Teksasê ku ciwanekî 18 salî li dibistanekê de pê gullan 21 kes kuştin, serokomarê Amerîka Joe Biden bang li Kongresa welatê xwe kir ku qanûna ewlekarîya çekan bipejirîne

Li eyaleta Teksasê ya Amerîkayê roja Sêşemê 24ê Gulana 2022yan li dibistaneke seretayî ciwanekî 18 salî bi reşandina gullan ser xwendevanên dibistanê 18 kes ji wan û 2 fêrkar kuştin û û bi xwe jî hate kuştin.

Li gorî rapora IRNA`yê; Serokê Amerîka Joe Biden roja Çarşemê got: Çêkerên çekan eva du deh-salî ne çekên êrîşkarî bi awayekî girseyî li bazarê difroşin û ji ber vê yekê sûdeke zav bi dest têxin. Werin em li hember vê pîşesaziyê bisekinin.

Biden got: Eva şaşitiyeke mezin e ku xortekî 18 salî bikeve dikanekê û çekên êrîşkariyê bikire.

Biden destnîşan kir ku bûyerên gullereşandinê bi rêjeya ku li Amerîkayê diqewimin li deverên din ên cîhanê naqewmin.

Piştî salekê ku ji serokatiya Biden derbas dibe û gelek aloziyên navxweyî û navneteweyî yên ku pê re rûbirû ye, tundûtûjiya çekdarî ya kujer wekî yek ji pirsgirêkên navxweyî yên Amerîkayê her diçe zêde dibe û ji kontrola hukûmet û polîsê Amerîkî derketiye.

Pisporên karûbarên navxweyî yên Amerîkî di wê baweriyê de ne ku tiştê ku ji aliyê ewlekarî ve gefê li Amerîkayê dixwe, ne terorîzma navdewletî yan gefên derveyî ye, belku reftarên tund ên çermspiyan e, di nav de polîsên spî, ku gefeke potansiyel e li ser welatiyên amerîkî.

Serepeyv