Amerîka mûşekek nû ya haypêrsonîk ceriband
Amerîkayê çekekî nû ya hypersonic (haypêrsonîk) ku leza wî 5 qat ji leza deng bihêztir e, ceriband.
Li gor daxuyaniya Hêzên Esmanî yên Amerîkayê, roja 14ê Gulanê li qeraxên Kalîforniyaya Başûr, firokeya Stratofortress a ji cûreya B-52H, çekekî AGM-183A ya Çekê Destwerdanên Bilez a Esmanî (ARRW) ceriband.
Hat ragihandin, piştî ku çek ji firokeyê vediqete, leza wê 5 qat ji leza deng zêde dibe û taybetmendiya haypersonîk nîşan dide, herwiha hat eşkerekirin ku ev ceribandin serkeftineke mezin e.
Ev çek ji aliyê Lockheed Martin ve hatiye dîzaynkirin û ji bo lêdana armancên hestyar hatiye çêkirin.
Krîza şerê Ukraynayê û xwesteka Swêd û Fînlandiyayê ya tevlîbûna Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) pêşbirka çekan a Rojava-Rojhilat gurtir kir.
Welatên rojava bi pêşengiya Amerîkayê rexne li Rûsya û Çînê digire ku çekên xwe di warê mûşekên ultrasonîk de bi pêş ve dibin û ji aliyê din ve bi xerckirina bûdceyên leşkerî yên mezin hewl didin çekên nûjen bi lez û bihêztir û xwediya hêza wêrankeriya zav çêkin .