Gotûbêja telefonî ya wezîrên berevaniyê yên Amerîka û Rûsiyê bo cara yekem ji dema destpêbûna pevçûnan li Ukraynê
Şerê li Ukraynê di halekî da derbasî roja xwe ya 80î dibe ku artêşa Rûsiyê êrîşên xwe ji bo girtina karistana Azovstalê girantir kirine û dixwaze navçeyên pirtir li rojhilatê Ukraynê bixe bin kontrola xwe.
Li gorî rapora Euro Newsê, Di qada siyasî da jî hewildan ji bo pêkanîna agirbesê li Ukraynê hema wisa didomin. Lloyd Austin wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê û Sêrgêy Şoygo wezîrê berevaniyê yê Rûsiyê roja Înê bo cara yekem ji dema destpêbûna êrîşa leşkerî ya Rûsiyê li ser Ukraynê bi rêya telefonê bi hev ra axivîn.
Li gorî gotina rayedarên Pentagonê, di vê têkiliyê da ku ji aliyê Lloyd Austin da pêk hatibû û derdora saetekê hat domandin, wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê tekezî li ser pêkanîna agirbesa bilez li Ukraynê kiriye.
Ev cara yekem e ku du rayedarên payebilind ên berevaniyê yên Rûsiye û Amerîkayê ji dema êrîşa Rûsiyê li ser Ukraynê bi awayekî rasterast bi hev ra diaxivin.
Rayedarekî amerîkî ku nexwest navê wî were birin, aewayê têkiliyê Profesiyonal da zanîn û got ku her çend ku eslê vekirîhiştina hêlên têkiliyê girîng e, lê vê têkiliyê tu pirsgirêkek çareser nekiriye.
Wî her wiha got: Pentagonê ji Sibata 2022an bi vir va bi awayê berdewam meraqa xwe nîşanî hevpêşeyên ûris daye; Lê ûrisan heta beriya vêya tu meyl û meraqek nîşan nedaye û aniha diyar nîne ka çima Şoygo roja Înê ev yek pejirandiye.