May 11, 2022 20:30 Asia/Tehran
  • Dibe ku Xirson heta dawiya 2022an li axa Rûsiyê were zêdekirin

Çavkaniyên rûsî ragihand ku gelê navçeya Xirsonê li başûrê Ukraynê dê heta dawiya sala 2022an derbarê girêdana bi Rûsiyê di çarçoveke qanûnî da biryar bide.

Li gorî rapora Fars Newsê, Alîkarê serokê navçeya leşkerî ya Xirsonê (Kherson) roja Çarşemiyê ragihand ku rayedarên vî bajarî dê heta dawiya sala 2022an çarçova qanûnî ji bo girêdana vê navçeyê bi Rûsiyê dabîn bikin.

Dmîtrî Piskov Berddevkê Koşka Kremlînê jî got: Niştecihên navçeya Xirsonê ji bo pêşeroja xwe biryar didin ku gelo daxwazekê ji bo girêdana vê navçeyê li Rûsiyê didin an na. Her wiha divê şêwazeke qanûnî ji bo îmkana vê pêvajoyê were dabînkirin.

 

 

Serepeyv