May 06, 2022 20:34 Asia/Tehran
  • Wezîra Derve ya Almanyayê dê serdana Kîevê bike

Serwezîrê Almanyayê Olaf Scholz ragihand, Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock di demeke nêz de dê serdana Ukraynayê bike.

Olaf Scholz di civîneke çapemeniyê de eşkere kir: “Roja pêncşema borî, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky û Serokê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier gotûbêjeke baş li ser nakokiyan encam dan.”

Di meha Nîsanê de biryar bû Serokomarê Almanyayê serdana Kîevê bike, lê belê Ukraynayê red kir ku pêşwaziyê lê bike, ev jî ji ber wê yekê bû ku beriya niha Steinmeier piştevaniya gotûbêjkirina ligel Rûsyayê kiribû.

Redkirina serdana Serokomarê Almanyayê ji aliyê Ukraynayê ve, bûye sedema wê yekê ku Serwezîrê  Almanyayê Olaf Scholz serdana Ukraynayê neke heta wê dema ku Serokê Almanyayê serdana wî welatî neke.

Serdana Wezîra Derve ya Almanyayê piştî wê yekê tê ku alozî kete navbera herdu welatan, ji ber wê yekê bû ku Ukraynayê red kir serdana Serokê Almanyayê bo Ukraynayê pesend bike. Lê belê herdu welat aloziya navbera xwe çareser kirin.

Serepeyv