40 milyon kesên din li cîhanê li ber xetera birçîbûnê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i333729-40_milyon_kesên_din_li_cîhanê_li_ber_xetera_birçîbûnê_ne
Neteweyên Yekbûyî (NY) texmîn dike ku li cîhanê hejmara kesên ku di bin xetera birçîbûn û xelayê de ne, her diçe zêde dibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 04, 2022 14:31 Asia/Tehran
  • 40 milyon kesên din li cîhanê li ber xetera birçîbûnê ne

Neteweyên Yekbûyî (NY) texmîn dike ku li cîhanê hejmara kesên ku di bin xetera birçîbûn û xelayê de ne, her diçe zêde dibe.

Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) roja Çarşemê ragihand ku hejmara kesên pêrgî birçîbûnê bûne gihiştiye 193 mîlyonî.

FAOyê herwiha di rapora xwe ya salê da ragihand ku 40 milyon kesên din dê tûşî birçîbûnê bibin. Di nava 53 welatên di vê rewşê da, Komara Demokratîk a Kongo, Etiyopya, Yemen û Efganîstan. zêdetir ber zîyan û xetera vê pirsgirêkê ne. Li Efganistanê piştî ketina dewletê, bi milyonan kes ji ber qeyrana darayîyê ya piştî serdestbûna Koma Talibanê pêrgî xetera birçîbûnê bûne.

Vê rêxistina NY pêgirî kir ku jordaçûna hejmara kesên ber xelayê di sala 2021ê da ji ber qeyrana av û hewayê û firkên aborî bûye û vê yekê bandor li gelên 53 welatan kirîye.