Pakêta nû ya boykotên Ewropayê jibo boykotkirina tam a nifta Rûsyayê
Seroka Komsyona Ewropayê basa pêşnîyara boykotkirina nifta Rûsyayê di 6 mehên bê da û berhemên din ên nifta vî welatî heta dawîya sala 2022yê kir.
Di dema ku Parlamena Ewropayê dest bi nirxandina cezayên nû yên petrolê yên li dijî Rûsyayê dike, Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula van der Lane bang li welatên endamên Yekîtiya Ewropayê kir ku heta dawiya salê kirîna berhemên neftê ji Rûsyayê û kirîna nefta xav jî heta heta şeş mehên din rawestînin.
Asber Bank, banka herî mezin a Rûsyayê û her du bankên din ên sereke yên Rûsyayê, dê ji pergala banka navneteweyî ya Swiftê jî qut bibin.
Ew pakêta boykotan jibo ku were cihanînê, divê bi pirranîya dengan were pejirandin û li gorî ihtimalê yê bibe sedema nîqaşeke giran di navbera endamên YE da, Hin welatên endamên vê sazîyê, ji ber ku gellekî hewcedarê ênêrjîya Rûsyayê ne, dijî sepandina boykotên komî ne.
Ursula van der Lane amajeyî vê mijarê kir û mukur hat ku biryarên bi vî rengî bi hegera vê yekê ku hin endamên YE di nava bejahiyê da asê ne û girêdayîyê nifta Rûsyayê ne, dê hêsan nebe.
Ev pakêta pêşnîyaran piştî wê ket rojevê ku Almanya wek neyarê sereke yê boykotkirina komî ya kirrîna ênêrjîyê ji rûsyayê ye, razî bû ku nifta Rûsyayê bi awayekî demlidest were boykotkirin.
Lê hin rexneker vê mecala 6 mehî jibo cihanîna wê pakêta boykotkirinê, boykotkirina gellekî lezgîn a nifta Rûsyayê nizanin û ji ber wê rexne kirine.