Nîsan 25, 2022 08:39 Asia/Tehran
  • Alûgorên herî dawî yên şerê Ukraynê di roja 61ê da

Cenga Rûsiyê li Ukraynê derbasî roja 61ê bûye û hêzên ûris û ukraynî her yek îdiaya pêşdaçûna di şêrr da dikin.

Êrîşa Rûsiyê li ser Ukraynê bi armanca piştgiriya ji niştecihên navçeya Donbasê meha duyem jî li pey xwe hişt û hêzên ûris hema wisa hewildana xwe ji bo jiçekkirina Kiyêvê û serkutkirina tiştê ku wek komên tundrê û hêzên kirêgirtî bi nav dikin, didomînin.

 

Kanala Russia Today a Erebî di raporekeke taybet da bi boneya du mehan operasiyona leşkerî ya Rûsiyê li Ukraynê, pêvajoya operasiyonê serkeftî bi nav kir û ragihand ku duyemîn meha operasiyona taybet a leşkerî ya Rûsiyê li Ukraynê bi destkeftên çendalî bi dawî bû. Destkefta herî girîng di warê meydanî da azadkirina rûbereke zêde ya axa Donbasê bû.

Çavkaniyên rûsî dibêjin heta niha nêzikî sedî 90 ji tevahiya rûbera 27 hezar kîlomitrên çarkunc a Komara Lohanskê û sedî 60 ji tevahiya rûbera 27 hezar kîlomitrên çarkunc a axa komara Donêtskê ya Ukraynê hatiye rizgarkirin. Tevî ku hêzên ûris parêzgeha Xirsonê bi tamî û rûbereke berfireh a parêzgeha Zaparojiyayê û navçeyên din li Xarkiyêvê girtine destê xwe.

 

Serepeyv