Gera duyem a hilbijartinên serokomaratiyê li Fransayê bi rêve çû
Îro Yekşembê ji saet 08:00ê sibehê li gor dema Fransayê gera duyem a hilbijartina serokatiya Fransayê dest pê kir. Di vê gera hilbijartinan de tenê du berbijêr rikeberiya hev dikin; Emmanuel Macron û Marine Le Pen.
Her berbijêrek di hilbijartinên vê carê de biserkeve, dê bo 5 salên din bibe serokkomarê Fransayê.
Di gera yekem a hilbijartinan de ku roja 10ê Nîsanê hatibû sazkirin, di nava 12 berbijêran de Macron %27.9ê dengan û Marine Le Penê jî %23.2 dengan bidestxistibûn.
Nêzîkî 48.7 milyon kes ji xelkê Fransayê mafê wan ê dengdanê heye.
Navendên dengdanê dê bi dema Fransayê di saet 20:00an de bên girtin û hejmartina dengan dê dest pê bike.
Herwiha her îşev dê encamên destpêkê yên dengdanê bên aşkerekirin.
Rapirsiyên herî nû nîşan didin ku Macron di hilbijartinan de biserdikeve.
Li gorî nûtirîn rapirsiya Dezgeha Ipsos a Fransî, di hilbijartina Srokayetiya Fransa de, Emmanuel Macron, serokomarê niha, bi cudahiya 11% ji dengan, li hember hevrika xwe Marine Le Pen de biserdikeve.
Li gorî wê rapirsiyê, ku kêmtirî 24 saetan berî destpêkirna dengdanê hatiye kirin, Emmanuel Macron 55.5% ji dengan û Marine Le Pen jî 44.5% bidest tîne.