Îro dewra duyem a hilbijartina serokatiya Fransayê birêve diçe
Piştî bêdengiya bangeşeyan ji aliyê herdû berbijêrên Serokomariya Fransayê ve, îro dengderên wî welatî ji bo dewra duyem a hilbijartinan diçin ser sendoqên dengdanê. Ewê bo 5 salên din ji welatê xwe re Serokomarek hilbijêrin.
Dengdana îro ya hilbijartinên Fransayê girîngiyeke xwe ya dîrokî heye, ji ber ku dibe ku Emmnauel Macron bibe yekem serok ku dubare bê hilbijartin piştî Jack Chirak ji sala 2002ê ve. Eger ev jî nebe, dîsan her bûyereke dîrokî çêdibe, Marin Le Pen yekem jin û yekem serkirdeya rastgira tundrew dê bibe serok.
Serokê Fransayê yê ku dema wî bidawî hatiye Emmanuel Macron kampîna xwe li navçeya Ficyak bi dawî anî, Marin Le Pen jî cihê ji dayikbûna xwe li Ba Du Kale kempîn bidawî anî.
Kirîza tendirustiyê, êrîşên Rûsya li ser Ukrayna û şiyanên kirînê li cem Frensiyan, mijarên herî sereke li cem Frensiyan e.
Serkirdeyên hersê welatên Almanya, Ispanya û Portugal di daxuyaniyên cuda de derbarê hilbijartinên Fransayê daxwaz ji dengderên Fransî kirin ku Emmanuel Macron hilbijêrin.
Dibêjin, serkeftina Marin Le Pen metirsiyê li ser azadî û demokrasiya Ewropa çêdike.
Li gorî nûtirîn rapirsiya Dezgeha Ipsos a Fransî, di hilbijartina Srokayetiya Fransa de, Emmanuel Macron, serokomarê niha, bi cudahiya 11% ji dengan, li hember hevrika xwe Marine Le Pen de bi ser dikeve.
Li gorî wê rapirsiyê, ku kêmtirî 24 saetan berî destpêkirna dengdanê hatiye kirin, Emmanuel Macron 55.5% ji dengan û Marine Le Pen jî 44.5% bidest tîne.