Ji ber şewitîna parzûngeha petrolê li Nîceriya 100 kes zêdetir can dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i333474-ji_ber_şewitîna_parzûngeha_petrolê_li_nîceriya_100_kes_zêdetir_can_dan
Li Nîjerya (Nîceriya) duh agir bi depoya parzûngeheka neftê ket, di encama şewata vê parzûngehê de herî kêm 100 kesan canê xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 24, 2022 02:53 Asia/Tehran
  • Ji ber şewitîna parzûngeha petrolê li Nîceriya 100 kes zêdetir can dan

Li Nîjerya (Nîceriya) duh agir bi depoya parzûngeheka neftê ket, di encama şewata vê parzûngehê de herî kêm 100 kesan canê xwe ji dest dan.

Şeva borî li herêma Rivers ya Nîceriya, agir bi depoya parzûngeheka petrolê ket û ew temem hat şewitandin.

Li gorî agahiyên belavbûyî i aliyî hikûmeta Nîceriyayê, di wê rûdanê de herî kêm 100 kesan canê xwe ji dest dan. Derbarê birîndaran hejmareke zelal hîn bi dest neketiye.

Tê gotin ku ew parzûngeh qaçax bûye û karê wê ji hikûmetê re nehatibû ragihandin.