Di êrîşên Pakistanê yên li ser Efxanîstanê de 45 kes hatin kuştin
Hejmara kuştiyên êrîşên esmanî û topxaneyên Pakistanê yên şeva Înê li parêzgehên Kunar û Xostê yên Efxanîstanê derket 45an.
Li gorî rapora IRNA`yê, rayedarekî Talîbanê ku nexwest navê xwe eşkere bike got: Di encama êrişa hewayî ya şeva borî ya Pakistanê li parêzgeha Xostê de herî kêm 40 sivîl hatin kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûn. Wî her wiha got: 29 ji qurbaniyên vê êrişê endamên malbatekê ne û qurbaniyên din jî endamên sê malbatan in ku çend sal berê ji herêma Wezîristan a Pakistanê koçî Efxanistanê kirine.
Berpirsê dezgeha Çand û Rewşenbîriyê ya Talîbanê Necîbullah Henîf jî ragihand ku li parêzgeha Kunerê hêzên Pakistanî ev 3 roj in bi topên giran êrişî herêmên Merware, Şeltûn û Narî dikin.
Wî her wiha got: Şeva Înê di encama êrişên ser navçeyên sînorî yên Pakistanê de 5 sivîl di nav wan de zarok jî hebûn hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
Pakistan îdia dike ku êrîşa vê dawiyê ya Talîbana Pakistanê li ser hêzên leşkerî yên Pakistanê li Bakurê Wezîristan ku 7 kes hatin kuştin, li axa Efxanîstanê pêk hat.
Piştî van êrîşan, Wezareta Derve ya Talîbanê roja Şemiyê ragihand ku wan gazî balyozê Pakistanê li Kabulê kiriye, derbarê êrîşên wî welatî li ser navçeyên sînorî yên Efxanîstanê.
Di heman demê de hat ragihandin ku Îslamabadê jî gazî nûnerê Talîbanê yê Îslamabadê kiriye.
Berê çendîn caran artêşa Pakistanê bi hinceta jinavbirina pêkhateyên terorîstî navçeyên parêzgehên Xost û Kunar ên Efxanistanê kirine armanc û ev êriş hertim bûne sedema nakokiyên dîplomatîk di navbera her du welatan de.