Serokkomarê Ukraynê: Êdî dîplomasiya NATOyê bala min nakişîne
Serokkomarê Ukraynê got ku êdî dîplomasiya hevpeymaniya NATOyê ku bi gotina wî, dibe sebeba jinavçûna welatê wî, bala wî nakişîne.
Vlodîmîr Zelenskî, Serokkomarê Ukraynê ji destpêka êrîşa Rûsiyê li ser vî welatî hertim ji NATOyê xwestibû ku kiryarên qahêmtir derheqê Moskoyê bigire ber xwe û beriya vê qeyranê daxwaza tevlîbûna welatê xwe li vê peymana leşkerî dikir, di hevpeyîvînekê da ku roja Yekşemiyê hat belavkirin da got ku êdî eleqeyeke wî bi dîplomasiya NATOyê ji bo çareserkirina qeyrana welatê xwe nemaye.
Ji destpêka êrîşa Rûsiyê li ser Ukraynê di 24ê Sibatê da, Zelenskî rexne li NATOyê digirt û ew wek lawaz diwesifand.
Joe Bidenê serokkomarê Amerîkayê jî daxwaza Ukraynê ji bo pêkanîna navçeya qedexeya firrînê red kir û li dijî plana Plonyayê ya veguhestina balefirên şêrr bo Ukraynê derket.
Di vî halî da Cozêp Borel Berpirsê siyaseta derveyî ya Yekîtiya Ewropayê îro piştî serdana bo Ukraynê got: Yekîtiya Ewropayê bikaranîna zorê û berfirehkirina alîkariyên leşkerî bo Ukraynê ji bo bidawîanîna şêrr li vî welatî piştgirî dike.
Welatên rojavayî di çil û heft rojên derbasbûyî da ne tenê tu karek ji bo kêmkirina kêşeyan li Ukraynê nekiriye, belkî bi raberkirina çekan bo Kiyêvê, zêdetir pevçûnên li vî welatî gurr kiriyne.
Hevdem hin çavkaniyên nûçeyan ragihand ku hêzên Ukraynê roja borî derbarê kuştina hejmareke welatiyên sivîl li Mariyopûlê mukir hatin.
Ukraynê pêştir Rûsiye bi pêkanîna cinayeta ccengê li hin deveran tawanbar kiriye.
Ji aliyê din va, Wezareta berevaniyê ya Rûsiyê qala jinavbirina pergalên berevaniya mûşekî ya S300ê yên Ukraynê ji aliyê hêzên ûris va kir.
Vê Wezaretî îro ragihand ku hêzên ûris di operasiyonekê amûrên pergala berevaniya mûşekî ya S300ê ya Ukraynê ku ji Ewropayê wergirtiye, ji nav birin.