Nîsan 10, 2022 10:46 Asia/Tehran
  • Parlamenta Pakistanê dengê bêbaweriyê da Îmran Xan

Piştî derbasbûna çend hefteyan ser aloziya siyasî li Pakistanê, endamên opozisyonê yên partiya desthilatdar li parlamentoyê di dawiyê de pêşnûmeya nebaweriyê li dijî hukûmeta Pakistanî Imran Xan pejirand.

Dengdana bêbaweriyê ji serokwezîrê Pakistanê re, ku sibeha roja Şemiyê li parlemana Pakistanê dest pê kiribû, di dawiyê de çendîn car hat paşxistin, di saetên serê sibê de.

Nûnerên Eniya Hevbeş ya Muxalefetê ya Pakistanê ku ji partiyên wekî Muslim Lîg a Nawaz, Partiya Gel, komeleya alimên Îslamê, Partiya Awamî ya Belûçistanê, Partiya Komarî ya Watan û Partiya Neteweyî ya Awamî pêk tê, beşdarî dengdanê bo pêşnûmeya bêbaweriyê li dijî serokwezîrê Pakistanê.bûn.

Di vê dengdanê de 174 parlementeran dengê erê dan pêşnûmeya bêbaweriyê ya li dijî serokwezîrê Pakistanê û 110 parlementer jî dengê na danê.

Bi vî awayî qonaxa dawî ya derbeyeke nerm a siyasî ya Amerîkî-Seûdî li dijî hikûmeta Pakistanê, yanî dûrxistina Îmran Xan ji hikûmetê gihêşte encamê.

Serokê parlemana Pakistanê Esed Qeyser û cîgirê serokê parlemana Pakistanê Qasim Xan Surî beriya dengdana bêbaweriyê ji hikûmeta Îmran Xan îstifa kirin.

Serdozgerê giştî yê Pakistanê Xalid Cavîd Xan jî piştî ku parlementa Pakistanê pêbawerî ji Îmran Xan re standibû, îstifa kir.

Bi hezaran alîgirên Îmran Xan daketin kolanên Lahorê û xwepêşandan pêk anîn.

Xwepêşandanek niştimanî ji bo piştgirîkirina Imran Xan îro Yekşemê li Pakistanê tê plan kirin.

Ji aliyê din ve medyaya Pakistanê ragihand ku hemû firokexaneyên wî welatî di amadebaşiyê de ne û karbidestên hikûmetê nikarin bêyî destûr biçin derve.

Dadgeha Bilind a Pakistanê vê dawiyê ferman da ku bilez civîneke fermî ya Meclisa Neteweyî ya Pakistanê roja Şemiyê (9ê Nîsanê) were lidarxistin ji bo betalkirina hilweşandina parlemanê ku ji hêla Serok Aref Elavî ve hatî derxistin.

Ji serxwebûnê vir ve li Pakistanê tu hikûmetek nikarîbû heyama xwe ya yasayî ya pênc salan biqedîne.

Serepeyv