Nîsan 09, 2022 16:21 Asia/Tehran
  • Cenazeyê siyasetmedarê rûs û cigirê serokê Dûmaya Rûsyayê Jîrînovskî hate veşartin

Cenazeyê serokê Partiya demokrat a Lîberal û cigirê serokê Dûmayê (parlemanê) ya Rûsyayê Vladîmîr Jîrînovskî bi merasîmekê li Paytexta Rûsya Moskowayê hate veşartin.

Li mala Sendîkayê ji bo siyasetmedarê Rûs Vîladîmîr Jîrînovskî yê 75 salî jiyana xwe ji dest da piştî wecîbeyên olî ya duh a li Kadetdrela Îsa şûnde merasîmek ya veşartinê hate kirin.

Piştî merasîma ku Serok Dewletê Rûsya Vîadîmîr Pûtîn jî tevlîbû û şûnde cenazeyê Jîrînovskî li Goristana Novodevîchy hate veşartin.

Partiya demokrat a Lîberal a bi serokatiya Vladîmîr Jîrînovskî, herçend ku carna dixebite wek partiyeke opozesiyon xwe nîşan bide lê di rastiyê de yek ji piştgirên hikûmeta Pûtîn e.

Jîrînovskî yê li Qazakistanê hate dinê, meha Sibatê bi koronayê ketibû, piştî demek dirêj a li nexweşxaneyê duh jiyana xwe ji dest dabû.

Serepeyv