Teqîna terorîstî li mizgefta herî mezin a Kabulê
Li Mizgefta Pol Xêştî ya Kabulê (Paytextê Efxanistanê) bombeyek teqiya û amar kuştiyan nehatiye diyarkirin, lê hat ragihandin ku herî kêm 6 kes ji ber wê birîndar bûne.
Mizgefta Pol Xêştî ku mezintirîn mizgefta Kabulê ye teqînek lê pêk hat.
Li gorî ajansa Amag News a efganî, polîsê koma Talîbanê rûdana bûyerê piştrast kir û got; teqîn di encama bombeyeke destan de pêk hatiye.
Li gorî heman ajansê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecî, di teqînê de 6 kes birîndar bûn. lê nehatiye gotin ku çend kesan di vê bûyerê de jiyana xwe ji dest dane.
Şahidên bûyerê destnîşan dikin ku teqîn di dema nimêjê de pêk hat.
Wezareta Navxweyî ya hikûmeta Talîbanê li Efxanîstanê jî ragihand ku gumanbarek ser vê bûyerê hatiye girtin.
Heta niha tu kes an jî tu rêxistinê berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.