Nîsan 06, 2022 23:04 Asia/Tehran
  • Kremlîn: Pûtîn fermana vekişîna ji Kîevê da

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ragihand ku vekişîna hêzên Rûsyayê ji Kîevê ji aliyê serokê Rûsyayê ve wek nîşaneya niyeta baş ji bo lidarxistina danûstandinên bi Ukraynayê re hat dayîn.

Dmitry Peskov ji kanal LCI a Fransayê re axivî û got serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn fermana vekişîna hêzên Rûsyayê ji Kîevê daye.

Peskov got: “Ji bo afirandina şert û mercên guncaw ji bo lidarxistina danûstandinan, me xwest însiyatîfa niyeta baş pêşkêş bikin. Em dikarin biryarên cidî di danûstandinan de bidin. Lewre serok Vladimîr Pûtîn biryar da ku hêzên Rûsyayê ji Kîevê vekişin."

Li aliyekî din desthilata li Ukraynayê got vekişîna Rûsyayê ji derdora Kîevê, taktîk e da ku hêzên xwe ji nû ve kom bike û planên nû deyne.

Serepeyv