Nîsan 04, 2022 20:18 Asia/Tehran
  • Şerê Ukraynê derbasî roja 40î bû

Ukraynê hêzên Rûsiyê bi pêkanîna tevkujiyekê li bajarê Boçayê di 30 kîlomitriya bakurê rojavayê Kiyêvê tawanbar kirin. Berpirsên ukraynî dibêjin piştî rizgarkirina bajêr ji aliyê hêzên ukraynî va, meytên welatiyên sivîl - gelek ji wan bi destên girêdayî û cihên gulleyê ji nêzik va û nîşaneyên işkenceyê- li hin kolanan hatin dîtin.

Boça bi derdora 37000 nifûsa xwe û bajarê kêleka wî yanî Îrpîn ji dema ku Rûsiyê di 24ê Sibatê da êrîşî ser Ukraynê kir bûne cihê pevçûnên giran.

Boşa di roja sêyem da ji aliyê artêşa Rûsiyê va hat dagirkiirn û zêdetirî mehekê pêşî li derbasbûna her hêzekê bo wî bajarî hat girtin.

Rêberên ewropî tiştê ku wek qewimîna ihtimalî ya cinayeta cengê û kuştina welatiyên sivîl ji aliyê hêzên ûris li Ukraynê bi nav dikin, şermezar kiriye.

Lê artêşa Rûsiyê roja Yekşemiyê cinayetên li Boçayê înkar kirin.

Wezareta berevaniyê ya Rûsiyê jî ragihand ku wêneyên ku medyayan weşandine sexte ne û bi daxuyaniyekê îdia kir ku heta niştecihekî xwecihî yê Boçayê jî tûşî tundiyê nebûye.

 

 

Serepeyv