Nîsan 02, 2022 16:40 Asia/Tehran
  • Imran Xan bertek nîşanî destwerdana Amerîkayê li karên Pakistanê da

Serokwezîrê Pakistanê destwerdanên Amerîkayê li karên vî welatî aşkira da zanîn.

Van rojan nerazîtiya dijberên dewleta Imran Xan zêde bûye û hin rayedarên vî welatî destwerdanên aşkira yên Amerîkayê li karên Îslam Avayê aşkira kiriye.

 

Li gorî rapora Reuters'ê, Imran Xan serokwezîrê Pakistanê di bersiva pirsa Erşed Şerîf pêşkêşkarê televîziyona Pakistanê da got: Min bi fermî nerazîtiya xwe derbarê destwerdanên Amerîkayê li karên navxweyî yên Pakistanê ji balyozxaneya vî welatî ra ragihandiye.

Wî her wiha got: Aniha gişt welat ji vê mijarê haydar bûye.

Axaftinên Imran Xan derbarê destwerdana Amerîkayê li vî welatî di halekî da bû ku di dema axaftinê da hin neraziyan alaya Amerîkayê dişewirand.

 

 

Serepeyv