Îro li hin welatan wek roja yekem a Remezanê hat ragihandin
Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter, Kuweyt û Herêma Kurdistana Iraqê îro wek roja yekem a meha pîroz a Remezanê ragihand.
Hîlala heyvê ku nîşana destpêbûna meha pîroz a Remezanê ye li welatên Erebistan, Kuweyt, Qeter, Îmarat û Herêma Kurdistana Iraqê hatiye dîtin.
Bi vê yekê, îro 2ê Nîsana 2022an roja yekem a meha pîroz a Remezanê ye.
Konseya 'Imam' a Australyaya Başûr bi weşaandina daxuyaniyekê li ser Facebook'ê ragihand ku hîlala heyvê hatiye dîtin û meha Remezanê dê ji roja Şemiyê, 2ê Nîsanê dest pê bike.
Misirê jî ragihand ku meha Remezanê ji 2ê Nîsanê va dest pê dike.
Di vî halî da Îranê û paşatiya Brûneyiyê (Brunei) piştrast kir ku hîlala heyvê li van welatan di roja Înê da nehatiye dîtin. Ji ber vê yekê roja Şemiyê, 2ê Nîsana 2022an dawîn roja meha Şeibanê ye û meha pîroz a Remezanê dê ji roja Yekşemiyê, 3ê Nîsana 2022an va dest pê bike.
Ofîsa ayetullah seyid Elî Sîstanî li Iraqê ragihand ku roja Yekşemiyê, destpêka meha pîroz a Remezanê ye.
Oman, Malezya û Endonezyayê jî roja 3ê Nîsanê wek destpêka meha Remezanê da zanîn.