Nîsan 01, 2022 19:48 Asia/Tehran
  • Yekemîn êrîşa asimanî ya Ukraynê li ser axa Rûsiyê pêk hat

Rûsiyê Ukrayn tawanbar kir ku bi du helîkopteran êrîşî ser depoyeke ardûyê li bajarê rûsî yê Belgorodê kiriye.

Derdora saet di 6an da li gorî dema xwecihî, agirpêketineke mezin li depoyeke ardûyê li navçeya pîşeyî ya Freida'ya bajarê Belgorodê pêk hat.

Ev yekemîn îdiaya êrîşa asimanî ya Ukraynê li ser axa Rûsiyê ji dema êrîşa Rûsiyê li ser cînarê xwe di dawiya Sibata 2022an da ye.

Fîlma êrîşê nîşan dide ku çend mûşek ji bilindahiya nizim tên avêtin û di encamê da teqîneke  mezin çê dibe.

Teqîna li Belgorodê di germegerma îdiaya welatên rojavayî derbarê vê yekê ye ku Rûsiyê dil heye hin êrîşan bi "Alaya Derew" wek pînekirin ji bo dewama şêrr li Ukraynê pêk bîne.

Kompaniya Rosneftê ku xwediya vê depoyê ye ragihandiye ku ji ber vê êrîşê, ziyan negihîştiye tu kesî.

Rûsiyê îro li bajarê Mariyûpolê agirbes ragihand.

Du rojan beriya niha Rûsiyê ragihandibû ku hêzên ukraynî mûşekek avêtine ser depoyeke muhîmatê di 12 mayliya sînorê Rûsiyê li li navçeya Belgorodê.

 

Serepeyv