Li Kongoyê helîkoptera Neteweyên Yekbûyî ket xwarê; 8 aştîparêz hatin kuştin
Artêşa Pakistanê şeva Sêşemê ragihand ku çend serbazên Pakistanî di ketina helîkoptereke aştîparêzên Neteweyên Yekbûyî de li Komara Demokratîk a Kongoyê hatine kuştin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, Ofîsa Têkiliyên Giştî ya artêşa Pakistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di encama ketina helîkoptereke hêzên aştîparêz ên Neteweyên Yekbûyî li Komara Demokratîk a Kongoyê de 8 parêzvanên aştiyê jiyana xwe ji dest dane.
Li gor daxuyaniya Peywendiyên Giştî yên Artêşa Pakistanê, di wê bûyerê de 6 leşkerên Pakistanî ku di nav wan de pîlotek, hevpîlotek û 4 leşkerên din û 2 kesên ne Pakistanî jî hebûn, hatin kuştin.
Yekîneya Hewayî ya Pakistanê ji sala 2011an vir ve li Kongoyê di mîsyoneke parastina aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî de ye.
Herêmên navendî, rojhilat û bakurê rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê ev 20 sal in di nava aloziyê de ne.
Nekarîna artêşa Komara Demokratîk a Kongoyê û hêzên aştîparêz ên Neteweyên Yekbûyî ji bo jinavbirina komên çekdar, bûye sedema berbelavbûna bê ewlehî û bê îstiqrariyê li vî welatî.