Adar 24, 2022 23:54 Asia/Tehran
  • Guterres bang li Rûsyayê kir şerê li Ukrayna rawestîne

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres îro Sêşemê bêyî ku balê bikişîne sere hegera despêbûna şerê Ukraynayê, ji Rûsya xwest ku dawî li şerê xwe yê bêaqil yê li Ukrayna bîne.

Guterres hişyarî da ku pevçûn ber bi ti encameke ve naçin û gelê Ukrayna "Di dojeheke zindî de dijîn."Berdewamkirina şerê li Ukrayna di warê exlaqî ve nayê qebûl kirin, di warê sîyasî ve nayê parastin û di warê leşkerî ve bê wate ye."

Guterres got ger Mariupol bikeve jî, ne pêkane ku Ukrayna bajar bi bajar, kolan bi kolan, mal bi mal were dagir kirin.

Sekreterê Giştî yê NYê bi berdewamî got ku ma divê çend kesên din jiyana xwe ji dest bidin û çend bajarên din yên mîna Mariupol wêran bibin ku şer ji qada şer derbazî maseya aştiyê bibe.“Serketina vî şerî tuneye. Zû yan dereng wê ji qada şer derbazî maseya aştîyê bibe. Dem dema bidawîkirina vî şerê bêaqil e.

Guterres herwiha got ku bertekên şer li çar alîyê cîhanê têne hest kirin; bi zêdebûna buhayê xwarin, enerjî û gubreyê, dibe ku krîzeke xelayê ya cîhanî derkeve holê.

Wî herwiha da zanîn ku li gor agahîyên wî di danûstandinên aştiyê yên di navbera Rûsya û Ukrayna de, têra xwe pêşketin hene ku niha şer rawestîne.

Guterres diyar kir: "Ji têkilîya min ya bi aktorên cuda re, ser çend mijarên serekî faktorên pêşketina dîplomatîk hene ku bo bidawîkirina şer aniha bes e." Lê, Guterres negot ku ew hêman çi ne û bersîva pirsê neda.Guterres herwiha got ku divê danûstandinên aştîyê yên di navbera Rûsya û Ukrayna de, bi awayekî cidî werin rêvebirin.

Rûsyayê di mehên berî despêkirina şerê dijî Ukraynayê de pêşniyara dayîna garantiyên ewlehiyê dabû Amerîkayê û NATOyê û derbarê berfirekirina NATOyê li Rojhilatê Ewropayê jî hişyarê dabû, lê ev pêşniyar hat redkirin û hişyariya wê jî piştguhkirin. Ev mijarên hanê li kêleka daxwazên bi dû hev ên Ukraynayê ji bo endambûna di nav NATOyê de bûn sedem ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di 24ê Sibatê de fermana êrîşa ser Ukraynayê bide.

Serepeyv