Adar 24, 2022 15:36 Asia/Tehran
  •  NATO çar komên din ên taktîk dişîne rojhilatê Ewropayê

NATO’yê diyar kir ku çar komên din ên taktîk wê bişîne aliyê rojhilatê Ewropayê.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg diyar kir wê li Bûlgaristan, Macaristan, Romanya û Slovakyayê çar komên din ên taktîk bi cih bikin û got “Bi van komên taktîk re wê helwesta parastinê were xurtkirin û biryarê bidin ku koma taktîk a ji Baltikê heta Behra Reş bikin heşt.”

Serokomarê Amerîkayê Joe Biden jî ji bo ku welatên Ewropayê bikişîne ba xwe dest bi tûra dîplomasiyê kir. Biden wê li Brukselê roja Pêncşemê bi rêveberên NATO, G7 û Yekitiya Ewropayê re rûne.

Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov jî ji CNN Internationalê re axivî û diyar kir heke li ser wan ‘gefeke hebûnê’ çêbibe wê çekên nukleer bi kar bînin.

Rûsya ji bo gaza ku difiroşe Ewropayê wê dolar û eûroyan jî qebûl neke. Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji bo ku rayedarên Rûsyayê pergala nû ya rûble pêk bînin, hefteyek dem da.

Li qadê jî şer gur dibe. Taxeke li bakurê rojavayê Kîevê hate bomberdûmankirin. Bajarê Marîûpolê jî roja Sêşemê du caran hate bomberdûmankirin. Li gorî Serokkomarê Ukraynayê Zelenskyî li Marîûpolê hê jî 100 hezar sivîl hene.

Rûsyayê di van mehên dawî de pêşniyara dayîna garantiyên ewlehiyê dabû Amerîkayê û NATOyê û derbarê berfirekirina NATOyê li Rojhilatê Ewropayê jî hişyarê dabû, lê ev pêşniyar hat redkirin û hişyariya wê jî piştguhkirin. Ev mijarên hanê li kêleka daxwazên bi dû hev ên Ukraynayê ji bo endambûna di nav NATOyê de bûn sedem ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di 24ê Sibatê de fermana êrîşa ser Ukraynayê bide.

Serepeyv