Adar 23, 2022 21:43 Asia/Tehran
  • Piştî ku Rûsiyê pereyê gazê bi rûblê tayîn kir, bihayê wê li Ewropayê 1350 dolarî derbas kir

Li gorî navenda veguhestina pere ya ICEya Londonê, piştî destûra serokkomarê Rûsiyê ji bo raberkirina gazê bo "Welatên ne-dost" tenê di berdêla rûblê - pereyê neteweyî yê Rûsiyê- bihayê gazê li Ewropayê 1350 dolar di her 1000 mitrên kûp da derbas kir.

Bihayê meha Nîsanê ya gazê li şebekeya TTF'ya Holendê gihîşte 1353 dolarî di her 1000 mitrên kûp.

Li gorî rapora ajansa Tass'ê, Ji destpêka danûstandinan da bihayê gazê hema bêje bi qasî sedî 20.3ê zêde bûye.

Vladîmîr Pûtîn serokkomarê Rûsiyê destpêka roja Çarşemiyê got ku Rûsiye êdî dayîna bihayê gazê bi pereyên "Berxeter" ji wan dolar û euroyê napejirîne û ew ê rûblê bixe dewsa wan. Wî gotm ku guhertinên pêşerojê yên di girêbestên gazê digel welatên ne-dost da dê tenê bandorê li cûreya pere bike û ev pere dê veguhere rûbla Rûsiyê.

Ev kiryara Rûsiyê piştî wê yekê pêk hat ku Kompaniya Neft û Gaza Fransî ya Totalê (Total Energies) roja Sêşemiyê ragihand ku ew ê kirrîna neftê ji Rûssiyê heta dawiya sala 2022an bide rawestandin û sermiyandanîna zêdetir di projeyên vî welatî da bide rawestandin.

Beriya vêya Almanyayê jî projeya boriya gazê ya Nord Stream-2'yê ku wê herikîna gaza Rûsiyê ku rasterast diçe Almanyayê duberanber bikira, wek bersiva li hemberî operasiyona leşkerî yav Rûsiyê li Ukraynê dabû rawestandin.

 

Serepeyv