Adar 05, 2022 13:10 Asia/Tehran
  • Rûsiye pevçûnan ji bo pêkanîna korîdoreke mirovdostane radiwestîne

Hêzên Rûsiyê ji saet 10ê beyanî li gorî dema Moskoyê bi mebesta pêkanîna korîdora mirovdostane "Guleavêtinê didin rawestandin".

Li pey lidarxistina du dorên gotûbêjên aştiyê li Blarûsê, du aliyan li hev kir ku korîdorên mirovdosatne bi mebesta valakirina welatiyên sivîl û şandina xwarekê bên avakirin.

Li gorî rapora Interfaksê ji zarê Wezareta berevaniyê ya Rûsiyê, rawestandina pevçûnan li bajarê Maryopolê li başûrê rojhilatê Ukraynê û bajarê Volnoaxayê li parêzgeha Donêtskê li rojhilatê Ukraynê pêk tê.

Li gorî vê daxuyaniyê, li pey pêkhatina agirbesê navbera du aliyan, welatiyên sivîl dikarin ji navçeyên şêrr derkevin.

Korîdorên mirovdostane hin rê ne ku di pevçûnên leşkerî da bi lihevkirina du aliyan bi awayekî ewleh tên ragirtin û êrîşî ser wan nayê kirin.

 

 

Serepeyv