Sibat 28, 2022 17:03 Asia/Tehran
  • Gotûbêja Rûsiye û Ukraynê di roja pêncem a êrîşa li ser Ukraynê da

Di roja pêncem a êrîşa Rûsiyê li ser Ukraynê da û hevdem di gel dewama pevçûnên navbera hêzên du aliyan li hin navçeyên Ukraynê, wezîrê karên derve yên du welatan qala gotûbêja navbera taximên du aliyan li Blarûsê kir.

Wezareta derve ya Ukraynê ragihand ku 352 welatiyên sivîl ên ukraynî heta dawiya roja 27ê Sibatê di encama operasiyona Rûsiyê da hatine kuştin ku di nava wan da 14 zzarok jî hene.

Ukraynê her wiha qala kuştina 4500 hêzên ûrsi di vî şerî da kiriye.

Rayedarên dewleta Ukraynê her wiha berbanga îro qala bihîstina dengê çend teqînan li Kiyêva paytexta vî welatî û li bajarê Xarkiyêvê yê meziz kir.

Her wiha hin nûçe derbarê lêketina mûşekekê li avahiyeke bajarê Çirnîhîvê li derdora 150 kîlomitriya bakurê rojhilatê Kiyêvê hatine weşandin.

Hevdem serokomarê Ukraynê qala biryara xwe ji bo azadkirina wan zindaniyan kir ku dixwazin şerê dijî Rûsiyê bikin.

Servîsa Istixbarata Ukraynê her wiha ragihandiye ku Blarûs jî xwe amade dike ku bi awayê rasterast beşdarî êrîşa Rûsiyê sser Ukraynê bibe.

Ev nûçe di halekî da ne ku îro berêvarê gotûbêja navbera nûnerên Kiyêv û Moskoyê li nêzikî sînorê Blarûsê dest pê bû.

Sekreterê giştî yê NATOyê got ku wî di têkiliya telefonî di gel serokomarê Ukraynê ew piştrast kiriye ku şandina mûşekên bergiriya asimanî û mûşekên dijetank bo vî welatî dê zêde bibe.

Berdevkê Koşka Kremlînê jî derbarê gotûbêjên di gel Ukraynê got: Mosko dê helwêstên taximên Rûsiye û Ukraynê di gotûbêjên Blarûsê da ranegihîne, ji ber ku gotûbêjker divê di bêdengiyê da bi hev ra têkillî dayînin.

Dmîtrî Piskov her wiha Yekîtiya Ewropayê bi reftara dijminane li hemberî Rûssiyê tawanbar kir û got ku şandina çekan bo Ukraynê xeternak e û vê yekê selimand ku mafê Rûsiyê ji bo hewildanên xwe ji bo bêçekkirina cînarên xwe hebûye.

 

Serepeyv