Sibat 28, 2022 14:02 Asia/Tehran
  •  Konseya Ewlehiyê ya NY lidarxistina civîna dereasayî ya bi mijara Ukraynê pesend kir

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) reşnûska biryara civîna dereasayî ya ku di mijara Ukraynê de sibe li Lijneya Giştî ya NYê bi beşdariya 193 welatan bê lidarxistin, pesend kir.

Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Ji bo reşnûnsta ku DYA û Albaniyayê pêşkêş kir ji 15 welatan 11an got "erê", tenê Rûsyayê got, "na". Çîn, Hîndistan û Îmarat jî bêbiryar man.

Ji bo civînên dereasayî yên li NYê bên lidarxistin, pêdivî bi dengên herî kêm 9 endamên Konseya Ewlehiyê heye.

Di biryarên Konseya Ewlehiyê de 5 welatên daimî yên ku desthilata wan a vetoyê heye (Rûsya, Amerîka, Fransa, Îngiltere û Çîn) debarê daxwaza civîna Lijneya Giştî de nikarin mafê xwe yên vetoyê bi kar bînin.

Li Konseya Ewlehiyê ya NY piştî ku ew reşnûska navborî derbas bû, dê di gel 193 endamê xwe sibe civîna dereasayî ya Lijneya Giştî bê lidarxistin.

Serepeyv