Zaxarova: Ti sedem nîne ku NATO operasyona leşkerî ya Rûsyayê bi "dagirgerî" bi nav bike.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova êvara Şemiyê got: "Ti sedem nîne ku NATO operasyona leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê weke 'dagirgerî' bi nav bike."
Rûsyayê sibeha Pêncşemê (24ê Sibatê) fermana êrîşeke leşkerî li ser Ukraynayê da. Ev pêşveçûn çend rojan piştî ku Moskow bi fermî serxwebûna komarên Donetsk û Luhansk li rojhilatê Ukraynayê nas kir, pêk hat.
Rûsya dibêje: Ukrayna erkên xwe yên li gor rêkeftinên Mînskê yên di sala 2014 û 2015an de ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera cudaxwazan û Kîevê de pêk neanîne. Vladimîr Pûtîn dibêje, operasyona leşkerî ya Rûsyayê bi armanca bêçekkirina Ukrayna û bê leşkerkirina wê ye.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, berdevka wezareta karên derve ya Rûsiyê got: Li gora nekarîna welatên NATO`yê ji gotûbêjê û amadenebûna wan ji bo bihêzkirina ewlehiyê li Ewropayê li ser esasê prensîba ewlehiya wekhev, em hewlên wan bo tawanbarkirina Rûsiyê bi destdirêjiyê bêbingeh dibînin.
Piştî destpêkirina operasyona leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê, welatên cuda yên rojavayî ji wan Amerîka û Brîtanya û endamên Yekîtiya Ewropayê sizayên giran li ser Moskow sepandin. Berî du mehan, hikûmeta Rûsyayê pakêta xwe ya garantiyên ewlehiyê pêşkêşî Amerîka û NATOyê kiribû, ku tê de neendambûna Ukraynayê di NATOyê de û vekişîna hêzên hevpeymaniyê ji Ewropaya Rojhilat jî di nav de bû.