Sibat 24, 2022 12:37 Asia/Tehran
  • Fransa daxwaz ji welatiyên xwe dike ku tavilê ji Ukraynayê derkevin

Hikûmeta Fransa ji hemû hemwelatiyên xwe yên li Ukraynayê xwest ku demildest û bê dereng vî welatî terk bikin.

Êvara Duşemê bû ku serokê Rûsyayê di daxuyaniyekê de cihêbûna herêmên Donetsk û Luhansk ji Ukraynayê nas kir. Pûtîn piştre ferman da artêşa Rûsyayê ku ji bo aştiyê derbasî herêmên Donetsk û Luhanskê yên rojhilatê Ukraynayê bibin.

Roja Çarşemê hevdem ligel biryara Encumena Ewlekariya Netewî ya Ukraynayê ji bo ragihandina rewşa awarte ya niştimanî li seranserê welat, parlamentoya Ukraynayê proje yasayek pesend kir ku rê dide welatiyên Ukraynayê çek hilgirin.

Yekîtiya Ewropayê (YE) lîsteyeke nû ya kes û saziyên Rûsyayê eşkere kir ku tê de Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu û Berdevka Wezareta Derve Mariya Zaxarova jî cih digirin.

Serepeyv