Bi sedan kes ji nav refên Talibanê li Efaxnistanê hatin derxistin
Bi sedan kes ji nav refên dewleta demkî ya Talibanê li Efxanistanê hatine derxistin.
Letîfullah Hekîmî, serokê komîsyona ramalîna refên dewleta Talibanê duh ragehand ku ji destpêka vê pêvajoyê heta niha 4300 kes ji nav refên Talibanê hatine derxistin û ev pêvajoya êdî kemliye.
Letîfullah Hekîmî, bal kişand ser pêkanîna reforman li nav refên hêzên Talibanê û got: Divê kesên ku hêjatiya mayîna di nava van hêzana tinene, bên naskirin û derxistin.
Letîfullah Hekîmî, pêştir gotibû hêzên Talibanê divê destpak bin û peywirdariya xwe bi durustî cih bînin û ev komîsyona alîgirê gelê Efxanistanê ye.
Ji Dema bidesthilatbûna koma Talibanê li Efxanistanê, hin kes bi îstifada xirab ji navê vê komê dest bi azar û îzaya gelê vî welatî kirine û her wiha li hin navçeyên Efxanistanê hin rapor li bara kuştinên bi şik û nezelal ên hin kesan tên weşandin.
Koma Talibanê ji 15ê Tebaxa 2021an, desthilata Efaxnistanê girtiye destê xwe.