Sibat 17, 2022 12:21 Asia/Tehran
  • Çînê banga çareseriyeke siyasî ji krîza Ukraynayê re kir

Serokê Çînê Xi Jinping di pêwendiyeke telefonî de ligel hevtayê xwe yê Fransî Emmanuel Macron, daxwaza hewldana ji bo dîtina çareseriyeke siyasî bo krîza Ukraynayê kir.

Piştî îdiaya hejmarek ji rêberên rojavayî ku dibêjin dibe ku Rûsya êrîşî Ukraynayê bike, alozî li herêmê di hefteyên dawî de zêde bûne.

Reuters ji zarê Televîzyona Navendî ya Çînê ragihand ku serokomarê Çînê Xi Jinping roja Çarşemê bi telefonê ji Macron re got ku divê hemû alî bi rêya diyalogê li çareseriyekê bigerin.

Serokê Çînê di yek ji çend têbîniyên xwe yên derbarê krîza Ukraynayê de tekez kir ku dubare destpêkirina danûstandinên Normandiyê di navbera Ukrayna, Rûsya, Fransa û Almanya de, rêya baş û rast e ji bo nehiştina aloziyan.

Generalekî Amerîkî berê îdia kiribû ku dema ku hêzên rojavayî hewl didin rageşiya bi Rûsyayê re kêm bikin, dibe ku Çîn ji krîza Ukraynayê sûd werbigire û li Asyayê kiryarên "provokatîf" bike.

Moskow bi berdewamî ragihandiye ku niyeta wê tune ku êrîşeke leşkerî li ser Ukraynayê pêk bîne û ji bo pêşîgirtina li pêşdeçûna NATO’yê ber bi sînorên xwe ve li garantiyên ewlehiyê digerin.

Serepeyv