Sibat 15, 2022 13:19 Asia/Tehran
  • Zelensky dibêje: Rûsya dê roja Çarşemê êrîşî Ukraynayê bike

Serokê Ukraynayê îdia kir ku êrîşa Rûsyayê ya li ser Kîevê wê roja Çarşemê were kirin.

Alozî li herêmê di hefteyên dawî de zêde bûne piştî îdiaya hejmarek ji rêberên rojavayî ku dibêjin dibe ku Rûsya êrîşî Ukraynayê bike. Moskow bi berdewamî ragihandiye ku niyeta wê tune ku êrîşeke leşkerî li ser Ukraynayê pêk bîne û ji bo pêşîgirtina li pêşdeçûna NATO’yê ber bi sînorên xwe ve li garantiyên ewlehiyê digerin.

Li gorî rapora IRNA`yê, serokomarê Ukraynayê li daxûyaniyekê îdia kir ku ew agahdar bûye ku Rûsiye dê roja Çarşemiyê êrişî Ukraynayê bike.

Wî jêderê van agahiyên ku îdiaya wan dike eşkere nekir û roja Çarşemê wek “Roja Yekîtiyê” bi nav kir.

CBSê jî îdia kir ku çavkaniyên agahdar gotine ku Rûsyayê hin topavêj û roketavêjên xwe yên dûravêj gihandine nuqteyên êrîşê.

Vê medyaya amerîkî di dewamê de dibêje: "Washington bawer e ku êrîş dê di dawiya vê hefteyê de pêk were, her çend ne diyar e ku pevçûn dê çawa bibin."

Di demekê de ku Amerîka û Brîtanya behsa nêzîkbûna êrişa Rûsyayê bo ser Ukraynayê dikin, Wezîrê Derve yê Fransayê jî bi guman li ser îhtîmala êrişê axivî û ew yek piştrast nekir.

Hêjayî gotinê ye Amerîka û gelek ji welatên rojavayê sefîr û dîplomatên xwe ji Ukraynayê vekişandine.

Serepeyv