Firotina gaza Komara Azerbaycanê bo Tirkiyê zêde dibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i331694-firotina_gaza_komara_azerbaycanê_bo_tirkiyê_zêde_dibe
Komara Azerbaycanê asta firotina gazê bo Tirkiyê li gorî daxwaza vî welatî zêde dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 27, 2022 08:41 Asia/Tehran
  • Firotina gaza Komara Azerbaycanê bo Tirkiyê zêde dibe

Komara Azerbaycanê asta firotina gazê bo Tirkiyê li gorî daxwaza vî welatî zêde dike.

Li gorî rapora TRT'ya Tirkiyê, Îbrahîm Ehmedov Berdevkê Kompaniya Petrolê ya Komara Azerbaycanê (SOKAR) bi weşandina daxuyaniyekê ragihand: Tirkiyê ji bo çareserkirina hewcetiya xwe ya demkî ji ber pirsgirêkên teknîkî yên têkildarî kirrîna gazê ji Îranê, ji Bakûyê daxwaza zêdekirina şandina gazê kiriye.

Ehmedov her wiha got: Bakûyê biryar daye ku bi berfirehkirina bingehên heyî, şandina gazê bo Tirkiyê zêdetir bike.