Çile 20, 2022 22:59 Asia/Tehran
  • Li bajarê Lahorê yê Pakistanê teqîneke terorîstî pêk hat

Li bajarê Lahor ê Pakistanê di êrîşa terorîstî de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Polîsê Lahorê navenda Eyaleta Pencabê li Rojhilatê Pakistanê ragihand ku roja Pêncşemê li bazara  Enar Kilî  bombeyek teqiya û di encamê de 22 kesên din birîndar bûn. Hate ragihandin ku rewşa hin birîndaran xirab û xedar e.

Heya niha ti kes û grûpekê berpirsatiya êrîşa terorîstî ya li Lahorê negirtiye ser xwe.

Havîna par jî li Lahorê di encama teqîna bombeyekê de 3 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn.

Roja Sêşemê komeke terorîstî ya Talîbana Pakistanê li Îslamabadê êrişî hêzeke ewlehiyê kir û di encamê de pasewanek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Hêjayê gotinê ye ku berdevkê wezareta karên derve ya Îranê  Seîd Xetîbzade ev êrişa terorîstî li bajarê Lahora Pakistanê şermezar kir û got: "Ew kiryarên terorîstî carek din eşkera kir ku şerê li dijî komên têrorîst ji bo pêkanîna aştiyê pêwîst dike." 

Serepeyv