Siyasetvana maltî bû Seroka Parlimana Ewropayê
Çile 18, 2022 16:40 Asia/Tehran
Parlimana Ewropayê bi pirraniya tekûz a dengan, Aara Robêrta Mêtsûla nûnera Maltê ji Koma Partiya Gel a Ewropayê (Rasta navîn) wek dewsgira Dawîd Sasûalî, wek Seroka Parlimana Ewropayê bijart.
Li gorî rapora IRAN Pressê, 458 jin 697 nûnerên Parlimana Ewropayê roja Sêşemiyê dengê erê dan serokatiya Mêtsûlayê.
Ev cara sêyem di dîroka Parlimana Ewropayê ye ku jinek dibe Seroka Parlimana Ewropayê.
Mêtsûla ji dijberên mafê jinan ê jiberbirina zarok e.
Serokê berê yê Parlimana Ewropayê roja 11ê Çileya 2022an di temenê 65 saletiyê û di encama nexweşiyekê mir.