Çile 12, 2022 13:46 Asia/Tehran
  • Serokê Parlamenta Ewropayê li nexweşxanê de ji dunê çû

Serokê Parlamenta Ewropayê David Sassoli îro di temenê 65 saliya xwe de ji dunê çû.

Berdevkê Serokê Parlamenta Ewropayê Roberto Cuillo ragihand, David Sassoli îro saet 1:15 li nexweşxaneyeke bajarê Aviano yê Îtalyayê koça dawiyê kir.

Roberto Cuillo da zanîn, Sassoli ji ber nexweşiyeke giran ve, ji du hefteyan ve li nexweşxanê bû. û di dewamê de got: Di çend saetên bê de, dê dem û cihê veşartina termê wî werin diyarkirin.

Sassoli endamê Hevbendiya Pêşverû ya Çep a Sosyalîst û Demokratan bû ku duyemîn koma herî mezin a parlamentê ye, piştî Partiya Gel a Ewropayê ya rastgir a navendî.

Tê payîn roja Sêşema hefteya bê, Parlementerên Ewopayê ji bo hilbijartina kesekî li şûna Sassoli, deng bidin.

Serepeyv