Çile 07, 2022 15:52 Asia/Tehran
  • Zêdebûna bihayê uranyumê û daketina diravên digital li dû serhildan û aloziyên Qazaxistanê

Xwepêşandanên berfireh ên Qazaxistanê ku mezintirîn hilberînerê uranyumê ye, nirxê vê metalê stratejîk li bazarên cîhanê zêde kir.

Di dema ku alozî li Qazaxistana ku ji sedî 40 zêdetir uranyuma cîhanê hildiberîne zêde dibe, UxC, ku Şirketeke pêşeng di lêkolîn û analîzên bazara sotemeniya navokî de ye, diyar kir ku bihayê uranyumê ji roja Sêşemê 42 dolarî gihêşt 45.25 dolaran di roja çarşemê de.

Vê Şirketê îhtîmala ku bikirên uranyumê ji bo dabînkirina vê metala giranbiha serî li welatên din ên hilberîner bidin red nekir.

Krîza li Qazaxistanê bandor li ser bazara diravê dîgital jî kir. Li Qazaxîstanê zêdebûn û berdewambûna alozî û rageşiyê bûye sedema daketina nirxê Bitcoin.

Zêdebûna bihayê gaza siruştî ya avekî li Qazaxistanê bû sedema protestoyên gel ku di encamê de hikûmeta vî welatî hat hilweşandin.Tevî devberdana dewletê ji zêdekirina nirxê gazê û tepeserkirina xwepêşander û neraziyan ji aliyê hêzên ewlehiyê, xwepêşandan berdewam in û rewşa wî welatî krîtîk û aloz e.

Serepeyv