Krîza li Amerîkayê; Di 24 saetên dawî de zêdetirî 380 hezar kes bi Coronavîrusê ketin
Çavkaniyên Amerîkî ragihandin ku di 24 saetên dawî de zêdetirî 380,000 kesên din li Amerîkayê bi vîrusa koronayê ketin.
Rojnama New York Times di saetên dawiyê yên roja borî de 380 hezar û 751 kes li Amerîka bi vîrusa Koronayê ketine.
Li gorî ragihandina New York Times, Amerîka dibe navenda haleta bi taluke ya koronayê ya bi navê Omicron.
Rêjeya ketina bi koronavîrus û mirina ji ber wê li Amerîkayê her ku diçe zêde dibe.
Ligel belavbûna "Omicron" li Amerîkayê, rêjeya rojane ya heft-rojî ya navînî ya ketina bi coronavirus li vî welatî ji bo yekem car gihîştiye zêdetirî 260,000 kesî.
Amerîka niha hem di warê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ketine û hem jî ji aliyê hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê mirine di rêza yekem a cîhanê de ye.
Nexweşxanên hin eyaletên Amerîkayê naha di dema belavbûna Omicronê de bi kêmbûna kedkar, karmend û nivînan re rû bi rû ne.
Zêdebûna hejmara nexweşên Koronayê li Amerîkayê, li gel zêdebûna mirina ji ber vê nexweşiyê, zext û zora li ser nexweşxane û xebatkarên tenduristiyê yên vî welatî zêde kiriye.